Komîteya Hişyariya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Belçîkayê (Comité T) da xuyakirin ku PKK li Belçîkayê ne gef e û got, “Lîsteyên terorê yên Yekîtiya Ewrûpayê ne hiqûqî ne, berevajî wê siyasî ne.”

Komîteyê rapora xwe ya sala 2023’yan a ji 172 rûpelan weşand. Di beşa li ser Kurdan de nêzikatiya wekî daxuyaniyên dewleta Tirk xuya dibin.

Di raporê de tê gotin, “Pirraniya Kurdên hatine Belçîkayê, wekî penaberên siyasî hatine. Beşeke mezin a van kesan sempatiya wan ji PKK û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re heye.

Di raporê de tê diyarkirin ku servîsa îstîxbaratê ya Belçîkayê (VSSE), kesên ku bi zena wan sempatîzanên PKK’ê ne, ‘nîşeyên bi fikar’ qeyd kirine. Rapor dibêje, Tirkiye bandorê li rayedarên Belçîkayê dike.

 

Argumanên dewleta Tirk in

Comité T dibêje, "Di nav notên me dîtî de hin tiştên bi pirsgirêk hene. Îddîayek derdikeve holê ku PKK îdeolojiyeke li dijî Tirkan teşwîq dike, lê em li wateya vê îddîayê dipirsin. Tê zanîn ku gelek analîst diyar dikin ku Tirkiye xwedî meyleke otorîter e û mafên kes û koman li wir tên binpêkirin.”

Di raporê de tê gotin, di notên îstîxbaratê de bêyî ku çavkanî û bingehek hebe, îdîayên din ên derbarê PKK’ê de hene û rapor wiha dewam dike: “Herwiha balkêş e ku tê gotin, karakterê PKK'ê yê ‘serhildêr’ û ‘şoreşger’ û beşdarî şerên çekdarî yên li Rojhilata Navîn dibe ku ‘pirsgirêk be’ Bi rastî jî ew tevgereke serhildêr û şoreşger e lê ji bo ku mirov bibêje, li ser ewlekariya Belçîkayê gef e, tiştekî berbiçav tine.”

 

Kurd mexdûr û hedefa şidetê ne

Comité T dibêje, “Her çend di van notan de tê gotin ku 'PKK dibe ku şidetê çêke yan jî herî kêm nîzama giştî xera bike', divê were zanîn ku di tundî û bûyerên têkbirinê de yên ku heta niha li Belçîkayê qewimîne, bi pirranî gelê Kurd bûye hedef.”

Di raporê de qala ‘lîsteyên terorê’ jî tê kirin û tê gotin, “Di van notan de Asayîşa Dewletê rêxistinên Kurdan ku PKK jî di nav de ye, wek rêxistinên terorê bi nav dike. Her çend rayedarên Belçîkayê bi vî rengî tevbigerin jî, beşeke mezin ji ber vî tiştî ye ku di lîsteyên terorê de cih digirin. Lê ev bûyereke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Ev lîste li gorî berjewendiyên siyasî tên diyarkirin û dibe ku gelek komên cihê di van lîsteyan de cih bigirin. Di sala 2002’yan de li ser daxwaza dewleta Tirk, PKK xistine vê lîsteyê lê ev qeyd gelek caran bi biryarên dadgehê hatine betalkirin.

Dadgeha Dereceya Yekemîn a Yekîtiya Ewrûpayê di 15’ê Mijdara 2018’an de hemû biryarên ku divê PKK di lîsteyê de be û hemû biryarên piştî wê betal kiribûn. Servîsên îstîxbarat û ewlekariyê divê êdî tevgerên Kurdan wekî terorîst bi nav nekin.”

Comîte T biryarên dadgeha Brukselê ya ku diyar kiribû PKK ne rêxistineke terorîst e, bi bîr xist û xwest lîsteyên terorê li gorî nîşeyên servîsên îstîxbaratê yên Belçîkayê neyên diyarkirin.

ANF/BRUKSEL