Lîsteyeke revandina 100 kesan ji gundekî
Pêncşem 4 Mijdar 2021 - 23:58
- Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî 2 kesên din revandin. Li aliyê din SOHR’ê da zanîn ku lîsteyeke dagirkeran ji bo revandina mirovan ji bo fîdyeyê heye û tenê ji gundekî Racoyê navê 100 kesan li ser vê lîsteyê heye.
Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî 2 kesên din revandin. Li aliyê din SOHR’ê da zanîn ku lîsteyeke dagirkeran ji bo revandina mirovan ji bo fîdyeyê heye û tenê ji gundekî Racoyê navê 100 kesan li ser vê lîsteyê heye.
Îstîxbarata artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ên bi navê 'polêsên leşkerî', li gundê Gemrûkê yê navçeya Mabata ya ser bi Efrînê 2 kesên navsere revandin.
Li gorî agahiyan Bûhîr Mistefa Îbrahîm ê 55 salî û Ebdulqadir Mistefa Mihemed ê 56 salî hatine revandin.
Ji bo berdana wan jî dewleta Tirk a dagirker ji malbatên wan 500 Lîreyê Tirk fîdye xwestiye.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) jî pêr li ser Polêsên leşkerî yên dewleta Tirk got, wan li gundê Mamel Uşagi yê ser bi Raco ya Efrînê 15 welatî revandine. SOHR dibêje, bi vê yekê şantajê li malbatan dikin da ku fîdyeyê bidin wan. Polêsê leşkerî yê dagirkeriya Tirk, sûcê peywendiya bi ‘Rêveberiya Xweser’ re dixe stûyê wan û ji bo berdana wan jî li gorî SOHR’ê ji malbatan 2000 TL fîdye dixwaze.
Li gorî agahiyên SOHR’ê li Raco, Polêsê Leşkerî lîsteyeke mirovên birevîne hazir kiriye û tenê ji gundê Mamel Uşagi 100 kes li ser vê lîsteyê ye. Yekane armanca lîsteyê û revandina mirovan jî fîdye ye. Ji vî gundî duşema bihurî jî bi sedemên nehatî eşkerekirin, dagirkeran 7 kes revandibûn. Li gorî SOHR’ê ev jî beşek ji siyaseta dagirkeran a zilm û şantajê ye.
LONDON/EFRÎN