- Lîsa Çalan di heman demê de "Mêvana Rûmetê" ya mihrîcanê jî bû. Serokwezîrê eyalata Keralayê xelata Lîsayê dayê.
Sînamevana Kurd, Lîsa Çalan, di 26'emîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Keralayê de hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê' hatibû dîtin û ji bo wê jî çûbû bajarê Thiruvananthpuramê, yanî paytexta eyaleta Hindistanê Keralayê. Lîsayê bi merasîmekê xelata xwe wergirt. Lîsa Çalan di heman demê de "Mêvana Rûmetê" ya mihrîcanê jî bû. Serokwezîrê eyalata Keralayê xelata Lîsayê dayê. Lîsa Çalan, bi Kurdî axivî û xelata xwe diyarî qurbanî û birîndarên komkujiyên 5'ê Hezîranê, Pirsûs û Enqerê kir. Lîsa Çalan got, "Jinên Kurd li Rojava şoreşeke mezin dikin, li dijî hovîtiya DAIŞ'ê manîfesto nivîsandin. Ev manîfesto îro heviyê dide dinyayê."
Îsal di mihrîcanê de 38 filmên derhênerên jin hatin nîşandan. Di mihrîcanê de filma Lîsa Çalan "Zimanê Çiyayan" hat nîşandan. Doh jî Lîsa Çalan bi qunciknivîsa Asianet News Online, Harita Savitri re li Şanoya Tagore bernameyek li dar xist.
DELHIYA NÛ