Lingê aştiyê kelepçe kirin
Çarşem 3 Adar 2021 - 01:19
Dayika Aştiyê Adalet Çay a ku 5 meh in ku di hepsa malê de ye, kelepçeya elektronîk li piyê wê xistin. Çay a nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê da, wiha got: “Ji ber ku min aştî xwest, lingê min kelepçe kirin.”
Dayika Aştiyê Adalet Çay (60) di 6’ê Cotmeha 2020’an de, li Rihayê bi 3 dayikên aştiyê re hatibû binçavkirin û di 14’ê Cotmehê de jî, dadger bi şertê “hepsa malê” serbest berda bû. Polîsan piştî 5 meh hespa malê, lingê Dayika Aştiyê Çay xistin kelepçeya elektronîk.
Çay, nerazîbûn nîşanî vê pêkanînê da û got: “Ez jineke pîr im. Min aştî xwest, lê wan lingê min kirin kelepçeyê.”
MA/RIHA