Lilith û hunerê jinan 

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 13 Adar 2021 - 00:01

BARIŞ POLAT
MA/DÎLOK

Li Dîlokê 4 jinan bi hev du re kuçeya dîrokî bi muzîkê şên kirin. Jin, li Mala Hunerê ya Lîlîthê, hem distrên hem jî perwerdehiya muzîkê dikin. 

Li Taxa Bey a navçeya navendî ya Şahînbeyê ya Dîlokê, 4 jinan bi hev re li kuçeya ku malên Ermeniyan lê ne, "Mala Hunerê ya Lîlîthê" ava kir. Jin, li vê malê perwerdehiya piyano, gîtar, flut û deng didin. 

Cemre Dûman solîstiyê dike û di ber re jî li flutê dixe. Dûman dibêje, "Em dixwazin mirov berê xwe bidin huner." 
Dûman, bilêv kir ku heya 8 meh berê jî betal bûye û gava di vê kuçeyê re çûye û çav bi van xaniyên dîrokî ketiye û paşê xaniyek jê kiriye mala hunerî: „Em li ser nav fikirîn û me navê Lîlîth dît. Ji ber ku Lîlîth serîhildir û têkoşer e, me ev nav li kargeha xwe kir." 

Mamosteya Mala Hunerê xwendekara konservatuvarê ya Zanîngeha Dîlokê, Newroz Ergun jî dersa deng dide û jinan ji bo hunerê operayê amade dike: "Di dema min de li Dîlokê kesên ku dersa operayê bidin, tine bûn. Gava piçûk bûm, em diçûn Newrozê. Her cara ku dihatim malê, wekî ku di dest min de mîkrofon hebe, min kilam digotin. Em jin dikarin ji heqî her tiştî derkevin. Em bi hev re bin, em pir bihêz in. Lewma divê em li her derî vê hêza jinê nîşan bidin." 

Xwendekara konservatuvarê ya Zanîngeha Dîlokê, Zeynep Kaya jî dersa baxlemeyê dide. Ew dibêje, "Sedemeke jinan heye ji bo têkoşînê. Jin li malê, li kuçeyê, li kar û di hunerê de tim li paş tên hiştin. Divê têkoşîna jinan timî gavekê li pêştir be." 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.