• Hunermend di berhema xwe ya tekstîlê de bi du çîrokên cihê dadikeve.

Hunerê jinan gelek caran balê dibe ser civakîbûna jinê jî. Ew hem bûyer û rewşan dibîne û li ser wan dihizire. Ev lihêfa neqişandî jî berhemeke welê ye ku ji sala 1875´an maye. Navê berhema Emma Civey Stahlê, Lihêfa mafên jinê (Woman’s Rights Quilt) ye.

Hunermend di berhema xwe ya tekstîlê de bi du çîrokên cihê dadikeve. Ji çarçikên neqişandî, sisê behsa eskerên di Şerê Navxweyî yê Emerîkî de şerkirî dike. Gava ku ev lihêf hatiye çêkirin, birîna vî şerî hê nekewiyaye.

Sisê çarçikên din ên neqişandî li ser çalakgeriya civakî ya ji bo mafên jinan in. Di yekê ji wan çarçikan de jina reformxwaz nîşaneke “Mafên jinê” bi ser milê xwe ve berdaye û beramberî zarok û hevjînê xwe disekine. Di çarçikeke din de jina reformxwaz bi erebeyeke hespan ber bi menzîlê ve diçe. Ew menzîla wê jî di çarçika li cemê ye: Civîneke ku ew bi kelecan ji xelkê re dipeyive.

Li ber destê me hunermendeke lihêfçêker heye ku nihêrîna xêzeromanwarî ya jinekê li yekê ji babetên siyasî yên herî cidî yên dawiya sedsala 19´an li ser lihêfekê xêz kiriye.

Lihêf sala 1875´an li bajarê Illinoisê hatiye çêkirin û îro li Met Museuma li New Yorkê tê nîşandan.

NEW YORK