Li Firat Darî yê li bajarê Tokatê yê Tirkiyê di zindanê de ye bi sedema li gel dayika xwe bi telefonê kurdî axiviye peyvên wî weke “şîfrekirî” hatine hesibandin û ceza danê da ku mehekê bi telefonê nepeyive.

Firat Darî yê ji Doza Nisêbînê 6 sal in girtî ye li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T tê ragirtin û di 4’ê çileyê de bi rêya telefonê li gel dayika xwe axivîbû. Firat bi kurdî li gel dayika xwe axivî ye û di telefonê de ji dayika xwe re gotiye “Rewşa Amedê çawa ye.” Dayika wî jî bersiva wî daye û gotiye “Baş e, baran e.” Ji ber van gotinên kurdî der barê Firat de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Di lêpirsînê de hat gotin, axaftin “şîfrekirî” ye û ji ber vê yekê mehek cezayê qedexekirina hevdîtina bi telefonê li Firat hatiye birîn. Lê belê Firat Darî ji birayê xwe Ahmet Darî re gotiye, hê ceza nehatiye bicihanîn û ew nizane wê ceza kengî were bicihanîn.

Piştevaniya me bikin

Firat da zanîn ku ew di koma nehemîn a greva birçîbûnê de cih girtiye û got: “Heta daxwazên me bi cih werin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em di vî warî de li benda gelê xwe ne ku piştevaniya me bike.” 
Çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku bi armanca bidawîanîna li tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan di roja 48’an de didome, li gel ku girtî dixwazin binpêkirinên mafan bi dawî bibin jî ev binpêkirin li girtîgehan bêhtir dibin. 

AMED/JINNEWS