Li Girtîgeha Amedê Tîpa Dʼyê Mehmet Sidik Meşe, bi ço û daran hat êşkencekirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, der barê êşkencekirina Meşe de li avahî xwe daxuyanî da. Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker, hevserokên Şaxa OHD’ê ya Amedê Mûharrem Şahîn û Halîse Dakali, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û ferdên malbata Meşe tevlî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Amedê Mûharrem Şahîn, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku piştî malbata Meşe serî li wan daye teşebusên pêwîst kirine û wiha got: “Cihê rewşên wiha di feraseta dewleta hiqûq û civakî de tuneye. Em ê bûyera îşkenceyê bişopînin.”
Kekê Meşe Mûrat Meşe, diyar kir ku birayê wî 6 meh in girtî ye û hê derneketiye dadgehê û got: “Bêyî ku dadgeha wî bê kirin birayê min bi îşkenceyê re rû bî rû ma. Birayê min di hevdîtina xwe ya heftane ya telefonê de îşkenceya ku lê hatiye kirin got. 15 gardiyanan bi ser qawişa wî de girtine û di odeyekê de êşkence lê kirine. Bi ço û daran li birayê min dane. Piştî êşkenceyê guhekî wî nabihîze û çavê wî ji xwînê sor bûne. Ji bo ku bûyer neyê bihîstin gardiyanan gefa kuştinê li birayê min xwarine. Me giliya berpirsyaran kir.”
MA/AMED