Yakûp Tûrgût ê li Girtîgeha Panosê tê ragirtin ji malbata xwe re ragihand ku ew bi ava sar serê xwe dişon û ava wan a vexwarinê jî gemarî ye.
Girtî Yakûp Tûrgût ê li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L dimîne bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbata xwe re ragihand. Tûrgût bi rêya malbata xwe da zanîn ku ava germ nadin wan û di serî de ew bi pirsgirêka avê û gelek pirsgirêkên din re rûbirû mane. Tûrgût anî ziman ku pirsgirêkên heyî ku ew pê re rûbirû mane giran dibin.
Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî ye, ragihand ku jiyana wan di xeteriyê de ye û rêveberiya girtîgehê 3 sal in hevalê wan Arîf Bayram nabin nexweşxaneyê. Girtî Sedat Alçîçek ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê girtî ye, binpêkirinên mafan ku li girtîgehê pêk tên, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand. Alçîçek, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî dijqanûnî tev digere, gelek mafên wan bin pê dike û jiyana wan dike xetereyê.
NAVENDA NÛÇEYAN