Sedat Karak ê li zindana Mereşê dimîne, di hevdîtina telefonê de ji malbata xwe re da zanîn ku gardiyan êşkence li wî û 4 hevalên wî kirine û got: “Gardiyanan di êrişê de dest, ling û serê me şikandin.”
Karak, têkildarî bûyera êşkenceyê got: “30-40 gardiyan bi hev re ketin odeya me ya A-17. Gardiyanan, li min, li hevalên min Veysî Altan, Şervan Sertkaya, Orhan Dorû û Îhsan Oran xistin. Destê min, ser û lingên hevalên min şikandin. 2 hevalên min ên ser û lingê wan şikiyan rakirin nexweşxanê.”
Meta Sedat Karak, Uveyş Karak, diyar kir ku dengê biraziyê wê di telefonê de pir xirab dihat û got: “Sedat ji min re got, ‘Pir baş bû ku ez bi telefonê bi te re diaxivim. Îro êşkence li me kirin. Milê min û serê hevalên min şikandin. Dîsa hevalên me yên lingê wan şikandin hene. Bila werin li qeydên kamerayan mêze bikin û çi li me kirin bibînin.’ Dûre em li girtîgehê geriyan û me xwest em agahî bigirin. Lê rêveberiya girtîgehê tiştên ku biraziyê min ji min re gotin, înkar kirin.
Karak, herî dawî der barê vê rewşa girtiyan de, banga hestiyariyê kir.
MA/MEREŞ