5 girtî ji zindana Qeyseriyê şandin zindana Meletiyê. Ji ber ku girtiyan li zindana Meletiyê qebûl nekirin tazî li ser wan bigerin, êşkence li wan hat kirin.
Girtiyên bi navê Mahmût Yamalak, Mahmût Saît Kûlû, Mesût Pehlîvan, Îbrahîm Ataş û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn, 20’ê Sibatê ji zindana Qeyseriyê şandin zindana Meletiyê. Ji ber pandemiyê her
5 girtî jî li Meletiyê kirine qarantînayê. Her wiha der barê sewqkirinê de malbatên girtiyan jî agahdar nekirine.
Dayika girtî Pehlîvan Garîp, diyar kir ku ji xizmên girtiyên din ên ku bi kurê wê re hatine sewqkirin hîn bûne ku kurê wê hatiye sewqkirin. Dayika Pehlîvan, da zanîn ku li ser vê li Girtîgeha Bunyanê geriyaye lê rêveberiyê girtîgehê tu agahî nedanê û pişre li Girtîgeha Meletiyê geriyaye û sewqkirina kurê xwe piştrast kiriye.
Xwedî li girtiyan derkevin
Girtî Pehlîvan, rojek berê bi telefonê bi dayika xwe re axivî û bi rêya dayika xwe têkildarî sewqkirina xwe ev agahî dan: “Roja înê (19’ê sibatê) ji me re gotin em ê bên sewqkirin lê diyar nekirin ku em ê sewqî kîjan girtîgehê bên kirin. Roja şemiyê (20’ê sibatê) saet di 08.00’an de me li wesayîta rîngê siwar kirin û heqaret li me kirin. Heta em hatin ber derê Girtîgeha Meletiyê jî me nizanibû ku me sewqî kîjan girtîgehê kirine. Di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li me ferz kirin, me qebûl nekir û ji ber vê li me dan. Em niha bi 4 hevalan re di qarantînayê de ne. Polîtîkayên 12’ê Îlonê li ser me tên meşandin. Dema me dibin bêhndanê dixwazin ku em berûberê diwaran bimeşin. Em jî vê qebûl nakin. Ji ber vê her şev li qawişên me lêgerînan dikin. Qelem, defter, kitêb û kincên me nedane me.”
Girtî Pehlîvan, bang li raya giştî jî kir û xwest her kes xwedî li girtiyan derkevin û got: Dixwazin em terka doza xwe bikin û tevlî çalakiya greva birçîbûnê nebin. Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo û zora li ser girtiyan bi dawî nebe nebe em ê dev ji çalakiyê bernedin.”
NAVENDA NÛÇEYAN