Li zindana Êlihê tîpa Tʼyê gardiyanan êşkence li 2 girtiyan kirin. Sedema êşkenceyê jî ew e, girtî li ber jimartina şipiya rabûne.

Girtiyê bi navê Salih Îlmîn û girtiyekî ku navê wî nehat zanîn, ji bo danişînê ji zindana Xarpêtê şandina zindana Êlihê. Gardiyanên zindana Êlihê bi hinceta ku her 2 girtî li ber jimartina ser piyan rabûne, êşkence kirin.

Xwişka Salîh Îlmîn ê gardiyanan êşkence lê kirine, Gulçîn Îlmîn, diyar kir ku birayê wê di hevdîtina telefonê ya 10’ê Hezîranê de, qala êşkenceyê kiriye.
Îlmîn, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan dewam dike jî bibîr xist û got: “Birayê min û girtiyên din, agahî dan rêveberiya girtîgehê, ger ku binpêkirinên mafan bi dawî nebin û tecrîd dewam bike, ew ê dest bi rojiya mirinê bikin.”

MA/ÊLIH