Li zilma xwerû vegeriyan

Sêşem 9 Mijdar 2021 - 22:24

  • Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê du jin ji ber ku berê di nava xebatên perwerdeya bi Kurdî de cih girtine, revandin. Yek jê hîna aqûbeta wê nediyar e û ya din jî bi fîdye hat berdan.

MÎT`a Tirk û çeteyên Polêsên Sivîl bi ser gundê Etmana yê Racoya Efrîna dagirkirî de girt û bi hinceta ku berê bi zimanê Kurdî ders dane, 2 jin revandin. Jinek di berdêla pereyan hat berdan, lê aqûbeta ya din ne diyar e. Parlamentera HDP´ê Feleknas Uca, ji hikûmeta Tirk a ji van sûcên li dijî mirovahiyê berpirsiyar jî pirsî û xwest bersivê bidin pirsên elaqedarî aqûbeta jinên revandî de jî.  

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku dewriyeyeke hevbeş a çeteyên Polêsên Sivîl û MÎT’a dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Etmana yê navçeya Racoyê ya Efrînê de girt û Hêvîn Ehmed û Cîhan Mihemed Elî Qere Hiso bi hinceta ku beriya dagirkeriyê bi zimanê kurdî perwerdekar bûne û bi Kurdî ders dane, revandin. Her wiha her du jin zewicî ne û zarokên wan hene.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan her du jin birin hepsa Meratê ya li navenda bajarê Efrînê.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Cîhan Mihemed Elî, piştî ku malbata wê hezar û 500 lîreyên Tirk dan, hat berdan lê aqûbeta Hêvîn Ehmed hê jî ne diyar e. 

Li kantona Efrînê ya dagirkirî revandina sivîlan ku pirraniya wan jin in, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dewam dike. Nivîsgeha Jinan û rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê, daneyên sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan, eşkere kirin.

Li gorî daneyan, ji dagirkirina Efrînê ve 84 jin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine kuştin, bi hezaran jin hatine revandin û 6 jinan jî xwe kuştiye. Her wiha bi hezaran jinên revandî di hepsa li Çerxerêya Kawa û Kefercenê de bi êşkence û destdirêjiyê re rû bi rû mane. 

Ji xwedanê çeteyan pirsî:
Aqûbeta jinan çi ye? 

Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê li dijî jinan dikin bire rojeva Meclîsê. 

Feleknas Ûca li ser sûcên li dijî jinan ên dagrkeriya dewleta Tirk li Efrînê agahî û amarên dawî bi bîr xistin û got, Efrîn veguheriye bajarê talan, dizî, desteserkirin, tecawiz, paqijiya etnîk û heta niha di ser hezarî re jin hatine revandin. Ûca tîne ziman ku heta niha aqûbeta bi pirraniya van jinan nayê zanîn û li gorî daneyên li ber destê wan, heta niha 84 jin bi destê van koman hatine qetilkirin, 6´an ji wan dawî li jiyana xwe aniye û destavêtine 71 jinan. 

Ûca di pêşniyazpirsê de ji wezîrê dewleta Tirk a dagirker ê karên derve Mevlut Çavuşogllu pirsî ka haya wî ji van sûcan heye û xwest bersivê bide pirsên elaqedarî aqûbeta jinên revandî.

Ciwanek revandin