Li Zarokistanê ya 450 Evler û Baxcilarê ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ne, ji bo sersala Kurdî şahî hat lidarxistin.
Ji bo zarokan li Zarokistan û Navendên Lênêrîna Bi Roj ên girêdayî Midûriyeta Şaxa Zarokan a Midûriyeta Xizmetên Civakî ji bo zarokan şahiya sersala Kurdî pêk hat.
Di çarçoveya şahiyê de zarokan xwarinên ku malbatên wan amade kiribûn anîn û bi hev re xwarin. Zarokan di şahiyê de cil û bergên Kurdî li xwe kirin û li gel mamosteyên xwe li polên hev geriyan û sersalê li hev pîroz kirin. Zarokên ku cil û bergên rengîn li xwe kiribûn, di çalakiyê de bi mamoste û malbatên xwe re stranên gelêrî gotin.
Şahî piştî xwarina firavînê bi dawî bû.
Zarokan serdana Şaredariya Peyasê kirin
Li aliyê din Kreş û Mala Lênerînê ya Zarokistana Perperik a girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya di bin banê Şaredariya Peyasê xebatên xwe dimeşîne, di çarçoveya çanda ‘Kosegelî’yê de Serê Salê pîroz kirin. Zarokan cilên neteweyî li xwe kirin, bi lêdana erbaneyan derbasî avahiya şaredariyê bûn û serdana Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar kirin. Hevşaredara Peyasê jî li gorî pîrozbahiyên Serê Salê zarokan xelat kir.
Zarokan cilên neteweyî li xwe kirin, Kosegelî gerandin û Serê Salê pîroz kirin.
AMED