Li Zanîngeha Kobanê ezmûnên dawiya salê destpê kirin

Yekşem 3 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Xwendekarên li Zanîngeha Kobanê dixwînin, dest bi ezmûnên xwe yên werza dawî ya salê kirin.

Xwendekarên li Zanîngeha Kobanê dixwînin, dest bi ezmûnên xwe yên werza dawî ya salê kirin.

Li Zanîngeha Kobanê, 550 xwendekarên li beşên Wêje û Zanistiyê dixwînin, doh dest bi ezmûnên xwe yên dawiya salê kirin.

Ezmûn di beşa wêjeyê de li ser Wêje û Zimanê Kurdî, Wêje û Zimanê Erebî tê kirin.

Di beşa zanistiyê de jî li ser beşên Bîrkarî, Fîzîk, Kîmya û Tibê têne kirin.

Xwendekarên li 5 peymangehên perwerdeyê jî di beşên Mamosteyên Refê, Erdnîgarî, Ingilîzî, Biyolojî de ketine ezmûnê.

Di Tibê de jî xwendekarên peymangehên Anestezî, Hemşîretî û Testa Xwînê dest bi ezmûnan kirine.

Ezmûnan li peymangeha Teknîkê, Îdare û Qanûnan de jî destpê kirin.

Ezmûnên dawiya salê yên li Zanîngeha Kobanê wê heta 21'ê Tîrmehê dewam bikin.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.