Gerîla Newal a ji Rojhilatê Kurdistanê rêwîtiya xwe ya ber bi çiyê ve wiha rave kiribû: “Dema dibêjin gerîla, kelecaneke pir mezin dikeve dilê min. Mirov çawa ku bedewiya biharê nikare pênase bike, mirov nikare jiyana gerîla jî pênase bike. Bihar demsaleke ji nû ve ya avakirinê ye. Jiyana gerîla jî wisa ye. Bi taybetî ji bo jinekê tê wateya jiyaneke nû. Wateya wê deriyê azadiyê ye. Dema ez hatim çiyê min got ‘ez ji nû ve hatime dinyayê’. Bi rastî jî cîhaneke nû û deriyê azadiyê ye gerîla…”

Ji bo her gerîlayî pênaseyek jiyanê heye. Bi taybetî dema ku rê ber bi qadên azad ve diçe, hêj li ser rê mêzekirina jiyanê tê guhertin. Gerîla Zelal Newal jî dema ku ji axa Rojhilat a qedîm derdikeve rê û diçe, jiyana çiyê wisa pênase kiribû. Ji bo wê gerîla wek deriyê azadiyê bû û ew dema ku ji vê derî ket hundir, bi kêliyekê jî dudil nebû...

Gerîla Zelal Newal ango Kabîle Rûkiye Tayyîbzade di sala 1991’ê de li gundeki bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li dinyayê vedike û pergala Îranê her tim dixe ber lêpirsînê û dibêje; “Şêwazê jiyana jinan pir bi sînor in. Her tiştê tu dikarî heya cihekî bijî, sînorên te hene û ger tu vî sînorî derbas bike, jiyan jî ji bo te xilas dibe. Lê min di xeyalên xwe de her tim ew sînor derbas dikir û rojekê jî ew xeyal bû rastî. Li hemberî sînoran behreke azadiyê hebû û ez çûm. Di dawiya rê de gerîlayên PKKʼê hebûn.”

Gerîla Zelal di sala 2007’an de li Kelareşê tevlî refên azadiyê dibe. Di dewama têkoşîna xwe de li qadên Zê, Garê, Kerkûk û Avaşînê dimîne. Bi taybetî bi perwerdeyê re di şerê bi çekên giran de Zelal dibe fermandereke pispor. 

Gerîla Zelal Newal 17 Hezîrana 2019’an bi hevrêya xwe ya têkoşînê Ronya Qers re di êrişeke hawayî ya li qada Avaşînê de şehîd bûn.

ANF/BEHDÎNAN