Li Yezdê jinek û 2 mêr hatin bidarvekirin

În 22 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Hat ragihandin ku pêr li bajarê Yezdê yê Îranê, sê girtî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine bidarvekirin. 

Hat ragihandin ku pêr li bajarê Yezdê yê Îranê, sê girtî ji aliyê hêzên Îranê ve hatine bidarvekirin. 

Hat zanîn ku li bajarê Yezdê yê Îranê, pêr sibehê 3 girtiyên ku cezayê îdamê li wan hatibû birrîn, hatine bidarvekirin.

Yek ji wan girtiyan jin bûye. 

Navê kesên hatine bidarvekirin, Robabe (paşnavê wê nehat zanîn), Emîr Ocaqî û Heyder Hîbozade bûne.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên Îranê, ji ber ‘madeyên hişbir’ û ‘cînayet’ê cezayê îdamê li wan hatibû birrîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.