Piştî ku roja Sêşemê li Xezeyê bombe li nexweşxaneya Ehlî Weftîz hate barandin, li welatên Ereb û Îranê xwepêşandanên mezin ên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Îsraîlê îdîa kir ku roketa li nexweşxaneyê ket a Cîhada Îslamî bû.
Roja Sêşemê di êrîşeke li ser nexweşxaneyeke li Gazzeyê de li gorî wezareta tenduristiyê ya Xezeyê, herî kêm 500 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ji vê êrîşê Îsraîl berpirsyar nîşan da. Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku êriş ji aliyê rêxistina Cîhada Îslamî ya Fîlîstînî hatiye kirin ku êrişeke bi roketan a neserketî bû. Artêşa Îsraîlê bi rêya Tûgamîral Danîel Hagarî ji CNN re daxuyanî da û diyar kir ku nivîsên navbera milîtanên li Xezeyê li ber destê wan heye ku dibêjin 'bûyer ji aliyê Cîhada Îslamî ve hatiye kirin'. Hagarî her wiha diyar kir ku dîmenên balafira bêmirov a têkildarî bandora êrîşê ya li ser otoparka nexweşxaneyê jî li ber destê wane û îdîa kir ku bandora êrîşa Îsraîlê li ser nexweşxaneyê nîne.
Li dijî komkujiyê xwepêşandan
Piştî êrişa li ser nexweşxaneyê li welatên Ereb û Îranê xwepêşandanên mezin ên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Xwepêşandêrên li Tehranê hêk avêtin dîwarê sefaretxaneya bilind a Fransayê û gotin 'Mirin ji Fransa û Îngilistanê re'.
Li paytexta Urdun Ammanê xwepêşandêr daketin qadan. Li Şerîa Rojava jî ku di bin dagirkeriyê de ye, xwepêşandêr daketin qadan û xwestin Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas dest ji wezîfeyê berde. Di navbera xwepêşandêran û hêzên ewlekariyê de şer qewimî. Hîzbûllah a Lubnanê ku hevalbendê Hamasê ye ji bo şermezarkirina êrişa li ser nexweşxaneyê ku weke 'komkujiyê' pênase kir û Îsraîl sûcdar kir, bang kir ku roja Çarşemê weke 'roja hêrsê' bê ragihandin. Hîzbûllahê bi daxuyaniyekê got, "Çarşem bila bibe roja hêrsa li dijî dijmin."
Bi hezaran kes hatine kuştin
Di vê navberê de artêşa Îsraîlê ragihand ku 'fermandarê sîstema tanksawar' ê Hamasê Mûhammed Alwadîa jî di nav de du efserên Hamasê hatine kuştin. Li gorî rayedarên xwecihî yên Fîlîstînî ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şer û vir ve di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de zêdeyî 3 hezar kes hatine kuştin ku piraniya wan zarok û sivîl in. Li gorî artêşa Îsraîlê jî ji destpêka şer û vir ve zêdeyî 1.400 kes hatine kuştin, 199 kes jî hatine revandin. Îsraîlê her wiha ragihand ku li xaka Îsraîlê cesedên 1.500 şervanên Hamasê dîtine. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê roja Duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku li Gazzeyê êriş li 11 navendên tenduristiyê hatine kirin, 12 personelên tenduristiyê hatine kuştin, êriş li 60 ambûlansan hatiye kirin. Ji 9'ê Cotmehê û vir ve li ser 2.4 milyon şêniyên Gazzeyê ambargoya elektrîk, av û xurekê heye. Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî 2 hezar û 185 avahî bi temamî xera bûn, 5.434 xanî zerar dîtin.
Banga agirbestê û korîdora mirovî
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres roja Çarşemê li Pekînê banga 'agirbesta mirovî ya lezgîn' li Îsraîl û Hamasê kir. Serokomarê Fransayê jî xwest ku li Xezeyê korîdoreke mirovî were vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN