Li Xerza û Kato Jîrka 4 şehîd

Sêşem 4 Cotmeh 2022 - 02:02

HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser gerîlayên şehîd bûne got, “Fermandarên me yên pêşeng ên Xerzî, hevrêyên me Sîpan û Rahîme 1’ê Îlona 2022’yan di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de bi wêrekiyeke mezin şer kirin û şehîd bûn. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhekî fedaî, wêrekî, fedakarî, bawerî, îrade û biryardariya xwe di nava şert û mercên herî giran de têdikoşin. Yek ji van qadan jî eyaletên Bakurê Kurdistanê ye. Fermandarên me hevrê Sîpan û Rahîme ku li eyaleta Garzanê têkoşîna azadiyê dimeşandin û gerîlatiya serdema nû dixistin meriyetê, pêşengî ji vê pêvajoya zehmet re kirin. Sekn, têkoşîn û biryardariya li ser serketinê ya herdu fermandarên me yên leheng û fedaî wê ji bo hevrêyên wan bibe mînak û armancên wan teqez bêne bi ser xistin.

Fermandarên ciwan ên gerîlatiya me ya serdema nû, hevrêyên me Eylem û Bahoz 4’ê Tîrmeha 2022’yan li devera Kato Jîrka di êrişa dijmin de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me yên pêşeng bi îdîa û hêviyeke mezin li qada Botanê bi mîsyon pêşengiyê rabûn û li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker bi sekna xwe ya milîtanî bûn mînakên Apoyî. Her kêliya xwe ji bo azadiya gelê me û Rêberê me bi kûrbûnê û kedê derbas kirin. Bi vê sekna xwe karakterê têkoşînê yê serdema me diyar kirin. Em jî weke hevrêyên wan, em ê dilsozê bîranîna hevrêyên xwe Eylem û Bahoz bin û soz didin ku têkoşîna wan bi ser bixînin.”

Nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

* Sîpan Batman (Tûran Ozel) ê li Êlihê ji dayik bûye, kurê Zumrete û Siyabend, 1’ê Îlona 2022´yan li Xerza şehîd bû.

* Rahîme Xebat (Şîlan Okmen) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Makbûle û Mehmet Farûk, 1’ê Îlona 2022´yan li Xerza şehîd bû.

* Eylem Mazlûm (Evîndar Kavak) a li Mêrdînê ji dayik bûye, keça Vezîre û Mahmût, 4’ê Tîrmeha 2022´yan li Kato Jîrka şehîd bû.

* Bahoz Mijînî (Mucahît Tok) ê li Mersînê ji dayik bûye, kurê Fatma û Abdûrrahman, 4’ê Tîrmeha 2022´yan li Kato Jîrka şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.