HPG'ê nasnameya şehîdên Xerza û Amedê eşkere kir û got, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi ser bixînin." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, 11'ê Çileyê 2021'ê di navbera gerîlayan û dagirkeran de li Xerza şer qewimiye û di şer û bombardûmanê gerîla Poyraz, Azad û Nûman şehîd bûne. 

HPG´ê ji bo şehîd Poyraz Bulanix got, "Hevrêyê me Poyraz sala 1992'an li navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû. Biryardariya wî ya ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla, kir ku ew xwe bigihîne çiyayên azad ên Kurdistanê. Wî timî fermandarê nemir hevrê Egîd ji xwe re kir mînak û ji bo xwe bigihîne xeta Egîd timî hewl da. Ji Zagrosan heta Xerzanê li gelek herêman şopa xwe çêbû û bi biryardariya xwe ya mezin û keda xwe ya bêhempa timî pêşengî ji berxwedana mezinkirina têkoşînê re kir. Heft salan bênavber li Xerzanê pratîk kir, derbên giran li dagirkeran dan û bi rêbaza xwe ya dewlemend di gerîlatiya profesyonel de bû fermandarekî fedayî yê Apoyî." 

HPG´ê ji bo şehîd Azad Şoreş got, "Hevrêyê me Azad sala 1994'an li Bedlisê ji dayik bû, di nava rêûresma berxwedêr a Xerzanê de mezin bû. Ji roja ku tevlî nav refên gerîla bû û pê ve, li Xerzanê ma û tevlî pratîka xurt a serketinê ya gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar ji bo hevrêyên xwe hemûyan bû cihê rêzdariyê. Li dijî mêtingerî û dagirkeriyê bi hêrseke mezin û daxwaza têkoşînê her tim li refên herî pêş ên şer cih girt."

HPG´ê şehîd Nûman Dorşîn Xinis jî wiha bi bîr anî: Hevrêyê me Nûman sala 1994'an li Êlihê li nava malbateke welatparêz hat dinê. Hevrêyê me di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza û bi pratîka gerîla cihê xwe di nava çalakiyan de girt ku derbên giran li dagirkeran xist."

HPG´ê wekî din da zanîn ku 14'ê Nîsana 2021'ê li devera Şehîd Kendal a Amedê, gerîlayê wan Mahîr bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye. Di heman şerê de gerîla Dara Bagok jî bi birîndarî dîl ketibû destê dijmin. 

HPG´ê ji bo şehîd Mahîr Farqîn got, "Hevrêyê me Mahîr li keleha serhildan û berxwedanê li paytexta me Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di pêvajoya sala 2014'an de ku yek ji demên herî giran ên têkoşîna me ya azadiyê bû, tevlî nava refên gerîla bû û bi germahiya têkoşînê di demeke kurt de bû fermandarekî gerîla yê şareza. Bi coş û kelecaneke mezin weke şervanekî azadiyê li warê lê ji dayik bû li Amedê vegeriya. Bi heman coş û kelecanê tevlî karên pratîkî bû û di afirandina nirxên mezin û pêkanîna çalakiyan de di asta pêşengiyê de bi rola xwe rabû."
HPG´ê ji malbatên şehîdan û miletê Kurd re sersaxî xwest û got, "Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."

HPG´ê nasnameyên şehîdan wiha eşkere kirin:
-Mahîr Farqîn (Oner Kirmaz) ê li Amedê jidayikbûyî, 14'ê Nîsana 2021´ê li Amedê şehîd bû
-Poyraz Bûlanix (Kûrban Pehlîvan) ê li Mûşê ji dayikbûyî, 11'ê Çileyê 2021´ê li Xerzan şehîd bû
-Azad Şoreş (Ridvan Eryilmaz) ê li Bedlîsê ji dayikbûyî, 11'ê Çileyê 2021´ê li Xerzan şehîd bû
-Nûman Dorşîn Xinis (Mîrkan Yalavûz) ê li Erzromê ji dayikbûyî, 11'ê Çileyê 2021´ê li Xerzan şehîd bû

BEHDÎNAN