Li Winterthurê mihrîcana zarokan
Duşem 14 Tîrmeh 2025 - 16:00
Di nava meha Hezîranê de damezrandina Meclîsa Zarokên Kurd a Swîsreyê hatibû ragihandin. Bi pêşengiya vê meclîsê û bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî-Swîsre, Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Winterthurê, 3’yemîn Mihrîcana Zarokên Kurd organîzekirin. Mîhrîcan bi coşeke mezin hate lidarxistin. Zarok bi awayekî çalak beşdarî hemî listikan bûn û demek xweş derbas kirin.
Mihrîcan li Qada Barbara-Reinhart a Winterthurê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevberdevkên Meclîsa Zarokan beşdar silav kirin. Hevseroka Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Dîlber Hêma di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û got: “Ziman sedema hebûna gel e. Di fêrbûna zimanê zikmakî de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê malbatê. Divê em li malê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin.”
Rotînda û Şerîf Omerî derketin ser dikê
Di bernameya mihrîcanê de komên govend û muzîkê yên zarokên Winterthurê, komên şanoyê, govend û koroyê yên zarokên Schaffhausenê derketin ser dikê. Li qada derve re jî bi pêşbirkên bezê, hilgirtina hêkan û pêşbirka zarokan a bi kîs, pê gelek kêfxweş bûn. Ji bo zarokên ku di pêşbirka wêne, helbest, kişik û werzîşê de serkeftî bûn xelat hatin dayîn. Defîleya zarokan a bi cilên herêmî yên Kurdî jî gelek hate ecibandin.
Performansa Koma Folklorê ya Tibetê bi govendên xwe reng da mihrîcanê. Her wiha nivîskar Dîlber Hêma bi xwendina çîrokên Kurdî beşdarî mihrîcanê bûn.Di mihrîcanê de hunermend Rotînda û Şerîf Omerî derketin li ser dikê.
Malbatan bi zarokên xwe re govend gerandin. Mîhrîcan heta saetên êvarî bi coş berdewam kir. ANF/WINTERTHUR