Li navçeya Westanê ya Wanê Lokman Orhan (25) û Mehmet Şakir Yalçin (55) bi hêceta qaçaxiya mirovan kirine di 16’ê mijdarê de ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Her du kesan dibin Miduriyeta Polîsan a Westanê. Piştî rojek di binçavan de tên hiştin, bi şertê kontrola edlî tên berdan. Orhan di îfadeyên xwe de qebûl kir ku qaçaxçtiya însanan dike û ew ji vê rewşê poşman e. Yalçin sûcên der barê xwe de qebûl nekir. 

Her du kes di îfadeyên xwe de diyar dikin ku leşker û cerdevanan li wan daye. Di fotografên her du kesan ê dema binçavkirinê de hatiye girtin, tê de diyar dibe ku êşkence li wan kirine. Di wêne de xuya dibe ku ser û çavên her du kesan jî reş û şîn bûne û werimî ne. 

Li aliyê din Serdozgeriya Dewleta Tirk li Westanê têkildarî bûyerê der barê 4 eskeran de lêpirsînê da destpêkirin.

MA/WAN