HERÊM QADIR / ROJNEWS / ŞAREZÛR
Xelkê Rojavayê Kurdistanê yên ku di kampên li Herêma Kurdistanê de dimînin, bi jin, zarok, ciwan û zilaman ve li pey karkerî û peydakirina debara jiyana xwe ne. Di nava bi hezaran donim zeviyên li deşta Şarezûr de çêbûna pitatan, derfetên kar ji bo piraniya wan derxistiye.
Niha li Herêma Kurdistanê werza çêbûna pitatan e. Xaka Deşta Şarezûr jî ji bo hilberandina pitatan destdayî ye. Ji bo çinîna pitatan jî, pêwîstî bi gelek karkeran heye. Li ser vê yekê xelkê Rojavayê Kurdistanê ku di kampên li Herêma Kurdistanê de jiyan dikin û di zeviyên pitatan de kardikin, axivîn.
Nacih Îbrahîm xelkê bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ye û di kampa Barîke ya li Herêma Kurdistanê de jiyan dike. Rojane li gel xizmên xwe diçe karê çinînê û niha jî li Deşta Şarezûr karê çinîna pitatan dike. Wek Nacih bi xwe dibêje karê wan çinîne, berhemên cotyaran diçinîn ku li Rojava jî her vî karî dikirin û got:“Em bi karê xwe keyfxweşin ku bi vê yekê xizmeta mal û zarokên xwe dikin.”
Rojane 18 hezar dînar
Kesek ku li ser karkerên rojane disekine (taşeron) heye ku kar ji bo wan dibîne û di berdêla vê de karker beşek kêm ji kirêya xwe ya rojane didin vî kesê ku kar dîtî.
Her wiha Faruq Hacî ku bi xwe taşerone derbarê heman mijarê de dibêje:“Di danê siharê de saet 05:00’an de têne ser kar û heta saetên nîvro kar dikin. Her karkerek rojane 18 hezar dînar digire. Piraniya cihê karên wan jî li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ne.” Li gel Farûq Hacî 70 karker hene û hemû jî ji bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ne. Li gorî ew bi xwe dibêje nêzîkî 500 karkerên ku ji Rojavayê Kurdistanê ne li sînor kar dikin. Niha karê çinîna berhemên pitat û berhemên din ên werzî dikin.