Li Wanê ’Tora madeyên hişbir’
În 19 Çile 2024 - 02:55
Li Wanê, polîtîkaya belavkirina madeyên hişbir ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tê meşandin, bandor li hezaran kesî kiriye. Li bajêr 9 hezar kesên ku bi fêrî madeyên hişbir bûne, ji bo tedawiyê serlêdan kirin. Faşîzma AKP-MHP'ê li bajarên Kurdistanê madeyên hişbir û fihûşê teşwîq dike. Li bajarê ku tê gotin 16 hezar kes madeyên narkotîkê bi kar tînin, polês dest nadin bazirganên madeyên hişbir. Li bajêr tenê sala 2023'an 9 hezar kesên ku madeyên narkotîkê bi kar tînin ji bo bêne dermankirin serî li Navenda Perwerde û Dermankirina Bikarhênerên Madde û Alkolê (AMATEM) dan ku di bin sîwana Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê dixebite.
Cerdevan madeyan derbas dikin
Polîtîkaya teşwîqa madeyên hişbir û fihûşê ku di dema Wezîrê şer ê Tirk ê berê Suleyman Soylû destpê kir, êdî veguheriye polîtîkayeke dewletê. Li Wanê di bazirganiya madeyên hişbir de cerdevan serkêş in. Ji ber vê yekê li bendên kontrolê bi rehetî dikarin madeyan derbasî nava navenda bajêr û navçeyan bikin. Çend malbatên alîgirê dewletê bi vê zirxa destnedanê ya dewletê, di bazirganiya madeyên hişbirê û fihûşê de roleke girîng dibînin. Beriya niha di çapemeniyê de belav bû ku Şaredarê Şaxê yê AKP'yî Abdûrrahman Şeylan û hin cerdevanên wî madeyên hişbir peyda dikin. Bazirganiya madeyên hişbir û fihûşê bi hev re têne kirin. Li hin kafeyên li Wanê herdu qirêjî bi hev re têne kirin. Belavkirina narkotîkê jî bi rêya jinên ku tevlî xefika fûhûşê hatine kirin, pêk tê. Kafe û otopark bi taybetî ji bo vê armancê têne bikaranîn. Li Wanê narkotîk li pêşiya dibistanan û li hin kolanên Wanê bi hêsanî tê firotin.
Dewlet weke amûrekê bikar tîne
Bazirganiya fûhûşê di bin navê salonên masajê de tê kirin. Bi serkêşiya polêsan di bin navê salonên masajê de bi rengekî legal tê kirin. Li Wan û navçeyên wê ku şaredarî di destê qeyûmên talanker de ne, deverên bi vî rengî dikarin bi hêsanî destûrnameyê werbigirin. Ji ber ku şaredarî wan kontrol nake, weke çiravên ku jin û ciwan têne xilaskirin, dewam dikin. Par ji ber lihevnekirinê li navçeya Rêya Armûşê serdegirtin li saloneke masajê hatibû kirin û ji ber sûcê ‘Fihûş, navbeynkariya ji bo fihûşê, teşwîq, peydakirina cih' 2 jê polês 6 kes hatibûn binçavkirin. Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek anî ziman ku rewşa bi heman rengî ne tenê li Wanê, li hemû bajarên Kurdan heye û got:"Li bajarên Kurdistanê madeyên hişbir ji bo tevizandina civakê û qutkirina ji siyasetê weke amûrekê tê bikaranîn. Derd û armanceke wan a ji bo qedandina narkotîkê nîne, kiryarên wan hemû ji bo xapandinê ne. Li xeta Wan, Riha û Amedê em ê çawa li dijî vê yekê têbikoşin ku civak, ciwan, gelê me xistiye nava lepên xwe? Ji bo ciwanên xwe ji vê belayê rizgar bikin em bang li partiyên xwe, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspî, dayikên xwe dikin ku li dijî van çeteyan têkoşîneke demdirêj û hevpar bimeşînin."
ANF/WAN