Li Wanê jin ber bi azadiyê ve dimeşin

Nûçeyên Jin

Sêşem 3 Cotmeh 2023 - 16:26

ZELAL TUNÇ / JINNEWS / WAN 

Jinên Wanê der barê kampanyaya TJA’yê ya ‘Bi jin jiyan azadiyê re ber bi azadiyê ve’ axivîn û wan got, gund bi gund kolan bi kolan, tax bi tax ew xebatan dimeşînin.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ di 15’ê Îlonê de kampanyaya xwe li Rihayê da destpêkirin. Piştre kampanya çû bajarên din. Li Wanê, di çarçoveya kampanyayê de xebat hatin destpêkirin.

Di 16’ê îlonê de li Qada Beşyol a Wanê daxuyaniyek hat dayîn û piştî meşê, jinan di çarçoveya kampanyayê de dest bi xebatan kir. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Artemîtê, Berîvan Çaglayan, der barê kampanyayê got, “Bi taybetî li gelek taxan fuhûş, bikaranîna hişbirê pirr zêde bûye. Em bi jinan re hatin gel hev û me got, divê li ser vê mijarê hestiyarî hebe. Em vê ji polîtîkayên dewletê cuda nabînin. Li dijî bikaranîna hişbirê, xebat tinene.”

 

Li dijî tecrîdê hestiyarî

Bêrîvanê di dewamê de bal bire ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê û got: “Girêdayî polîtîkayên tecrîdê, li girtîgehan binpêkirin zêde dibin. Herî dawî li girtîgeha Tîpa L ya Panosê li sê girtiyên jin êşkence hat kirin. Ev êşkence nayê qebûlkirin. Li dijî polîtîkayên tecrîdê divê gelê me bi hestiyar be. Li dijî vê, em her kesî vedixwînin têkoşînê.”

Hevseroka HDP’a Westanê Fîlîz Arslan jî wiha nêrînên xwe anîn ziman: “Di çarçoveya kampanyayê de em gund bi gund tax bi tax bi jinan re tên gel hev. Em ê li navçeyê, bi hemû jinan re bên gel hev. Navçeya me di warê hilberîn û çandiniyê de gelek giring e. Tevî vê, pirsgirêkên aboriyê hene. Em ê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê gelê xwe agahdar bikin û em bang dikin da ku hêzê bidin kampanya me.”
 

Ji bo jinên ciwan atolye

Endama Komeleya Jinan a STAR, Serap Guvenç jî der barê xebatên kampanyayê de got, bi gelek xebatên atolyeyê re di nava kampanyayê de wan cih girtiye û wiha peyivî: “Me ji bo jinên ciwan der barê pirsgirêkên mobîng, tundî û starê de atolye pêk anîn. Xebatên me yên atolyeyan wê bidomin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.