- Li navçeya Payîzava ya Wanê şûnûwarên dîrokî yên pênc hezar sal berê hatin dîtin.
Li navçeya Payîzava ya Wanê şûnûwarên dîrokî yên pênc hezar sal berê hatin dîtin. Di vekolana li tilên li navçeyê şopên serema sifir hatin vedîtin. Li gorî rayedaran di van erdkolanan de berhemên girîng dîtine û texmîn dikin ku asarên dîtine beriya Ûrartûyan in. Ew bi van xebatên hewl didin xwe bigihînin dîroka kûr a herêmê. Ji bo rayedaran tilê Îremîrê girîng e. Di erdkolanên li vir de tebeqeyên li ser hev tespît kirine. Ev tebeqe yên serdema hesin û sifir in, lê ew difikirin ku tebeqeyên serdema Kalkolîtîk û Neolîtîk jî hene.
NAVENDA NÛÇEYAN