- Li paytexta Awusturyayê Viyanayê û li paytexta Ingilistanê Lonodonê çalakî ji bo Ebrû Tîmtîk hatin kirin.
Ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk a bi daxwaza darizandineke adil dest bi rojiya mirinê kir û di roja 238an de şehîd bû, li paytexta Awusturyayê Viyanayê û li paytexta Ingilistanê Lonodonê çalakî hatin kirin.
Çalakiya li Londonê li ber pirtûkxaneya Wood Green hat kirin, rêxistinên Kurdan û Elewiyan beşdar bûn. Metneke hevbeş li ser navê sazî û dezgehan hat xwendin û tê de gotin, daxwazin Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal daxwazê wan in jî. Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin tecawizkar têne berdan û dadperwer jî têne kuştin û gotin, bimre faşîzm.
Li Viyanayê jî ji bo Tîmtîm mîtîngek li ber konsolosa Tirk hat kirin. Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya hevgirtinê ya li dijî faşîzmê hat destnîşankirin.
LONDON/VIYANA