• Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), heta niha milyonek û 700 hezar mirov ji Ukraynayê reviyane û li welatên din bûne penaber. 

EGÎD ERKENDÎ / FRANKFURT 

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), heta niha milyonek û 700 hezar mirov ji Ukraynayê reviyane û li welatên din bûne penaber. Li aliyê din ji bo derxistina mirovan ji cihên şer, di warê vekirina korîdorên însanî de krîz dewam dike. Yekîtiya Ewrûpayê jî ditirse ku ev hejmar bigihîje 5 milyonan. 

Serokê komeleya diyasporaya Kurd a li Ukraynayê, Georgî Pîvazî dibêje, li Ukraynayê 25 hezar Kurd hene û wiha dewam dike: “Bi şerî re ji nû ve koçberiyê dest pê kir. Welatiyên me bi pirranî diçin Ewrûpayê. Ji ber ku telefon û înternet li gelek deveran naxebitin, zehmet e ku mirov bibêje ka çiqas kes koçber bûne û çiqas kes li deverên şerî asê mane.” 

Ew dide zanîn ku piprraniya Kurdên piştî jihevdeketina Sovyetê ji Ermenistan, Gurcistan, Tacikistan, Azerbeycan, Qazaxistan û Qirxizistanê koçberî Ukraynayê bûne li Kyev, Odessa û Lvîvê dimînin.

Pîvazî got, “Mirov bêzar in û nizanin ka wê çi bikin. Di nav artêşên Rûs û Ukraynayê de jî Kurd hene. Bi qasî em dizanin, heta niha kes ji wan nehatiye kuştin. Lê şer jî mirin jî zêde dibin.”

Wî malbata xwe biriye Lehistanê û paşê vegeriyaye Kyevê: “Ji bo ewlekariyê min malbata xwe bir Lehistanê û paşê vegeriyam Kyevê. Hîna bi dehan Kurd li bajêr hene. Li stargehan radiwestin. Şer jî her roja dibihure dijwartir dibe. Çend bajarên mezin ên Ukraynayê di rojevê de ne, lê gelek bajarên piçûk di kontrola Rûsan de ne. Ji ber bombebarandinê mirov ditirsin li maşînan siwar bibin û biçin. Ji stargehan dernakevin. Li gelek deveran elektrîk û av qut bûne, zehmetiyên peydakirina zad û qût jî hene.”