Li Toscanayê peykerên antîk ên bronz

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Mijdar 2022 - 03:20

Arkeologên îtalyayî li herêma Toscanayê di nav herî û ritamê de 24 peykerên bronz dîtin. Peykerên hatine dîtin, pirr baş hatine nixumandin û zêde xera nebûne. Arkeologan peykerên ku dîtin, weke peykerên “bêhempa” nirxandin.

Arkeologên Îtalyayî li bajarê San Casciano dei Bagni, li hemamên Romayî ku êdî ew bûne kavil, xebitîn. Piştî xebatê, ew bi tesadufî rastî van peykerên bronz hatin. Her wiha hin pereyên zîv û zêr jî hatin dîtin. Arkeologan ji sala 2019’an ve li wir gelek xebat bi rê ve birine û di encama van xebatên xwe de gelek berhemên dîrokî ji bin erdê derxistine. Di nav van berheman de hin peyker jî hene ku wan berê ji bin erdê derxistibûn. Lê peykerên bronz cara ewil in ku tên dîtin.

Serokê Wezareta Çanda Îtalyayê Gennaro Sangiuliano peykerên bronz weke “kifşeke bêhempa” nirxand û Jacopo Tabolli jî ku li Zanîngeha Siene weke doçent dixebite, got, “Ev tiştên me kifşkirine dê bikin ku hin hêlên dîrokê ji nû ve werin nirxandin. Ji bo vê yekê bi qasî 60 pisporî dixebitin.”

Li gorî agahiyên ku Jacopo Tabolli dide peykerên hatine dîtin Hygieia, Apollo û xwedayên Greko Romayî teswîr dikin. Gelek ji van peykeran jî ji bo cihên ku rîtûel pêk dihatin, werin xemilandin hatine çêkirin. Tê texmînkirin ku ev peykerên li Toscana hatine dîtin, di navbera Beriya Mîladê sedsala duyem û Piştî Mîladê sedsala yekem de hatine çêkirin.

TOSCANA

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.