Piştî fermana 2014’an di sala 2015’an de Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidiyên Şengalê dibistanên perwerdeya zimanê Kurdî ya (bi tîpên latînî) li gelek deverên Şengalê da destpêkirin. Salane bi sedan zarok perwerdeya zimanê Kurdî ya bi tîpên latînî dibînin. Di dibistanan de armanc ne tenê fêrkirina ziman e, di heman demê de zarok fêrî çand û baweriya Êzdayetiyê jî tên kirin û ji qirkirina çandî ya li ser civaka Êzîdî jî tên parastin. Îsal li Tilizêrê yekem car dibistana perwerdeya zimanê Kurdî (latînî) hatiye vekirin. Saziya Ziman û Perwerdeya Kurdî ya Êzidiyên Şengalê bi hatina biharê re şahiyek bo zarokên Tilizêrê lidarxist. Her wiha zarokên dibistanên Erebî jî ji bo şahiyê hatin vexwendin û tevlî şahiya dibistana Kurdî bûn.

Zarokên bi şahiyê şabûn, bi cilên xwe yên çandî yên Êzidiyan û cilên Kurdî beşdarbûn, stran gotin. Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li Navenda Şengalê û Geliyê Kersê jî şahî ji bo zarokên dibistanê hatin lidarxistin.

ROJNEWS/ŞENGAL