Li Tehranê Enqerê protesto kirin

Çarşem 15 Kanûn 2021 - 21:33

  • Malbatên penaberên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê ku Tirkiyeyê beriya bi 117 rojan ew radestî çeteyên xwe yên li Bakurê Sûriyê kiribûn, li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 

Malbatên penaberên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê ku Tirkiyeyê beriya bi 117 rojan ew radestî çeteyên xwe yên li Bakurê Sûriyê kiribûn, li ber Balyozxaneya Enqerê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 

Penaberên bi navê Mobîn Veledbeygi, Mesûd Hayderî, Behmen Şadruvan, Siyaveş Paksereşt, Afşar Rustemî, Hîdayet Ruxzadî, Seîd Ehmedî û Fardîn Dervişpûr ên ji bajarê Pave yê parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi rêyên qanûnî çûbûn Tirkiyeyê. Dewleta Tirk ew 22'ê Tebaxê li Stenbolê kirin nezaretlê û piştre radestî çeteyên xwe yên lio Sûrî kiribû. Malbatên van penaberan li ber Balyozxaneya Enqerê ya li Tehranê dest bi çalakiya rûniştinê kir. 

Tevî hewldanan jî destûra malbatan nehat dayîn bi rayedarên balyozxaneyê re hevdîtinê bikin. Li ser vê malbatan daxwaznameyên xwe radestî polêsê balyozxaneyê kir û li ber deriyê balyozxaneyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Malbatan, wêneyên penaberan hilda û pankarta "Em ji bo endamên malbata xwe yên penaber û karker ên bêsûc daxwaza berdanê dikin" hilgirtin. Malbatan got, dewleta Tirk berpirsê wê yekê ye ku zarokên wan niha di destê çeteyan de ne. 
 
Wê biçin Tirkiyeyê jî

Berdevkê malbatan Raşîn Rustemî, diyar kir ku heta niha balyozxaneyê ti agahî nedaye wan û da zanîn ku heke ji hewldanên wan tiştek dernekeve, ew ê biçin Tirkiyeyê û bi rayedaran re hevdîtinan bikin. Rustemî destnîşan kir ku daxwaza malbatan berdana xizmên wan e: "Divê hinek daxuyaniyê bidin me.

116 (îro 117) roj in em agahiyê ji xizmên xwe nagirin. Em daxwaz dikin ku dewleta berpirsyariya wê heye, di vê mijarê de gavê biavêje. Dîsa em ji rêxistinên mafên mirovan û parlamenteran piştgiriyê dixwazin."

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.