Li Tebqayê şevbihêrka helbestan

Nûçeyên Jin

În 24 Hezîran 2022 - 21:09

  • Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya "Bi destê jinên ciwan em niha û pêşerojê ava dikin" şevbihêrkeke helbestan li dar xist.

Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya "Bi destê jinên ciwan em niha û pêşerojê ava dikin" şevbihêrkeke helbestan li dar xist.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa, saziyên leşkerî, partiyên siyasî, ciwanên şoreşger û bi sedan şêniyên bajêr beşdarî şevbihêrkê bûn ku li pêşiya navenda çand û huner a Tebqayê hate lidarxistin. 

Destpêkê Hevseroka Yekitiya Werzîşê Şeza El-Hisên bixêrhatina beşdaran kir.

Paşê, Seroka Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê Emîne El-Mihemed lidarxistina şevbihêrkê pîroz kir û got, "Armanca lidarxistina vê çalakiyê ew e ku rola jinan bidin nîşan. Em bi destê jinan niha û pêşerojê ava dikin."

Emîne El-Mihemed îşaret bi rola jinan di avakirina civaka demokratîk de kir û got, divê  mafên jinan werin misogerkirin da ku karibin hêz û karînên xwe di civakê de îfade bikin.

Paşê helbestvan Bidûr El-Hecer û Ibtîsam El-Mihemed ji Dêrazorê, Medya El-Silêman ji Reqa, Nara Bekî û Telînaz Elî û Hêvî Mistefa ji Kobanê, Meryem Şerîf, Buşa Mensûr û Bitûl El-Elî ji Tebqa, Heya El-Mihemed ji Minbicê helbest xwendin.

Di dawiyê de beşdar ji aliyê Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin xelatkirin.

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.