Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê şevbihêrka çîrokan li dar xist bi armanca balê bikişîne ser roman û helbestên helbestvan û nivîskarên herêmê.
Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê, gelek helbestvan, nivîskar û hezkiriyên helbestan tev li şevbihêrkê bûn ku li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar ketiye.
Helbestvanên beşdar, berhemên xwe yên cihêreng nîşandan.
Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê dem demê bi armanca teşwîqkirina helbestvanan, mîna van şevbihêrkan li dar dixe.
ANHA/TEBQA