Li Tebqa xebatên teserrûfê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 28 Hezîran 2024 - 00:57

RÎNAD EL ELÎ / ANHA / TEBQA

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê ji bo ku barê li ser tora elektrîkêê sivik bike û saetên dayîna elektrîkê zêdetir bike, saetên elektrîkê bi cih dike. Piştî ku ev proje li bajarokê Cirniye bi ser ket, desteyê ji 10`ê Hezîranê ve dest bi bicihkirina saetan kiriye.

Saet li gorî pergaleke diyar dixebitin; pere pêşîn tên dayîn û rêjeya xerckirinê ji bo her malekê wek 400 kîlowat hatiye diyarkirin. Li gorî hevserokê Desteya Enerjiyê ya kantona Tebqayê Macid El Ebdo armanca wan a sereke ji vê projeyê, dayîna saetên elektrîkê zêde bikin ku rojane bibe 13 saet, rê li pêşiya xerckirina zêde bigirin û barê li ser torê sivik bikin.

Li gorî plansaziya desteyê, piştî bidawîkirna xebatên bicihkirina saetan li bajêr, wê saetên elektrîkê li bajarê Mensûra û bajarokê El Mehmûdlî bên bicihkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.