Li SûrFestê reng û hunera jinan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Cotmeh 2024 - 00:20

  • Hunermend Mizgîn Turan da zanîn reng û hunera jinê mohra xwe li festîvala SûrFestê xistiye û got; “Armanca festîvala KASED'ê ew e ku bi hêza jinan çand û huner bê parastin û em rihê jinan di hunerê de bidin nîşandan.

ROZA METÎNA / AMED

Komeleya Çand Huner Wêje ya Jinê (KASED), di navbera 29'ê Îlonê û 5'ê Cotmehê de li navçeya Sûrê ya Amedê festîvala bi navê "Amed SurFest" li dar xist. Di vê festîvalê de ji bo zarokan atolye hatin lidarxistin, panel hatin dayin û bi tevlîbûna hunermendên neteweyî û navneteweyî konser hatin lidarxistin. 

Hunermend Mizgîn Turan a ku di festîvalê de derket ser dikê têkildarî naverok û armanca festîvala bi navê "Amed SurFest" nirxandin kir. Mizgîn a ku di heman demê de bal kişand ser êrişa li ser ziman, çand û hunera gelê Kurd got: "Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku li dijî ziman û çandê pêk tên ew ê xeta me ya têkoşînê her hebe. Bi van festîval û çalakiyên bi vî rengî em dixwazin hêza xwe ya li dijî şer bi hunera xwe nîşan bidin û em hewl didin çanda xwe biparêzin. Çalakiyên bi vî rengî hêz û fikra jinê ye. Em dixwazin bi zimanê xwe çanda xwe bidomînin û em zimanê xwe bidin jiyîn." 

Bi hêza jinan çandê diparêzin

Mizgîn di destpêkê de bal kişand ser armanc û girîngiya festîvalê û got: "Armanca festîvala KASED'ê ew e ku bi hêza jinan çand û huner bê parastin û em rihê jinan di hunerê de bidin nîşandan. Ji bo ev çand û hunera ji nişfên nû re bê ragihandin jî em hewl didin. Ji bo em nifşekî nû pêş bixin em van xebatana girîng dibinin. Di vê festîvalê de hunera bi ji zaravayên Kurdî, Kurmancî, Soranî û Zazakî her wiha Ermenî hebû. Me xwest em zimanên cuda di vê festîvalê de bînin gel hevdu."  

Reng û dengê hunera jinan

Mizgîn qala naveroka festîvalê kir û wiha pê de çû: "Di festîvalê de me mijarên têkildarî hem jin hem jî zarokan nirxandin. Di roja ewil de stranên Kurmancî, Zazakî û Ermenî hatin gotin. Konser hatin lidarxistin. Di vê festîvalê de reng û hunera jinan derket pêş. Her wiha atolyeyên çîrokan ên ji bo zarokan hatin lidarxistin û lîstikên kevnar ên kolanan hatin lîstin. Di festîvalê de panel jî hatin lidarxistin. Yek jê bandora hunerê ya li ser ciwanên koçber û mijara dinê jî di navenda muzîka koçberiyê de muzîka Kurdî bû.Her wiha defîleya kincên Kurdî jî hat lidarxistin û koma jinan a erbaneyê hunera xwe nîşan dan. Dîsa koma Jin Ma'yê jî renge xwe di vê festivalê de nîşan da."

Çalakî bê navber didomin

Mizgîn bal kişand ser xebatên ku ji aliyê KASED'ê ve tên kirin û wiha dewam kir: "KASED ji 2019'an heta niha bi awayekî çalak xebatên jin û zarokan dide meşandin. Ev yek bê navber pêk tê. Bi zarokan re projeya tîtûlarts pêk hat, bi zarokan re atolyeya tenbûre hat lidarxistin. Me panelên li ser ziman û wejeyê çêkirin û bi zarokan re xebatên qadê meşand. Dersa wênexêziyê, erbane, govend, zimanê kurdî, piyano, keman ji bo zarokan hatin dayin. Em dixwazin bi xebatên wiha çanda me ya niha xwe bigihîne nifşên dinê. Em bi xebatan çanda xwe didomînin." 

‘Em hebûna xwe li ser dikê nîşan didin’

Mizgîn bal kişand ser êrişên li dijî çand û zimanê Kurdî û li dijî vê yekê girîngiya çalakiyên ku têne kirin. Mizgîn got; “Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku li dijî ziman û çandê pêk tên ew ê xeta me ya têkoşînê her hebe. Em wekî kesên ku bi hunerê eleqedar dibin ev 50 sal in em bi vî şerê heyî rû bi rû ne. Bi van festîval û çalakiyên bi vî rengî em dixwazin hêza xwe ya li dijî şer bi hunera xwe nîşan bidin û em hewl didin çanda xwe biparêzin. Em hebûna xwe li ser dikê nîşan didin. Çalakiyên bi vî rengî hêz û fikra jinê ye. Em wekî jinên hunermend ji nêzîkatiya nîjadperest re dibêjin na. Em dixwazin bi zimanê xwe çanda xwe bidomînin û em zimanê xwe bidin jiyîn." 

Narîna piçûk jibîr nekirin

Mizgîn da zanîn di festîvalê de stranek ji bo Narîn Guran a ku li Tax Çûlî ya Rezana Amedê, hat qetilkirin gotine û wiha dewam kir: "Festîvalên wiha ji bo pêşketina zarokan û siberoja wan jî girîng e. Loma dewsa zarok bên kuştin divê destûr bê dayin ku bi hunera xwe bijîn. Yek ji zarokên ku dewsa bi hunera xwe bijî hat qetilkirin Narîn Guran e. Em cinayeta Narîn Guran şermezar dikin û dibêjin ku divê demildest hemû kesên têkiliya wan bi vê bûyerê hene bên eşkerekirin. Divê zarok bijîn û hunera xwe pêş bixin. Em ji bo vê hene. Me straneke ku me diyarî Narînê kir di festîvalê de got."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.