- MED-DER û Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê ji bo zarokan şahî li dar xist û bal bire ser girîngiya zimanê dayikê.
MED-DER û Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê ji bo zarokan şahî li dar xist û bal bire ser girîngiya zimanê dayikê.
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê, di çarçoveya kampanyaya ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê de, li taxa Abdal Dede ya navçeya Sûrê ya Amedê şahiya zarokan li dar xistin.
Di şahiyê de resm hatin xêzkirin û serçavên zarokan hatin boyaxkirin. Bi armanca xwedî derketina li zimanê dayikê, alfabeya Kurdî li ser dep hat nivîsandin û fêrî zarokan hat kirin.
Her wiha di şahiyê de li ber erbaneyan kilam hatin gotin û govend hat gerandin. Zarokan di şahiyê de bi dilê xwe kêf kir.
Piştre pirtûka Destpêka Kurdî, pirtûka boyaxê û tîma boyaxê li zarokan hatin belavkirin û şahî hat bidawîkirin.
MA/AMED