Li Sûrê ‘Atolyeya Çîrokan’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Cotmeh 2024 - 00:21

KASED'ê di çarçoveya Festîvala Jinan a Surfestê de li saziyê bi zarokan re "Atolyeya Çîrokan" li dar xist. 

Komeleya Çand, Huner û Wêjeya Jinê (KASED) di navbera 29'ê Îlonê û 5'ê Cotmehê de Festîvala Jinan a Surfestê li dar xist. KASED'ê di roja 2'yemîn a mihrîcanê de li saziya xwe ya navçeya Sûrê ya Amedê bi zarokan re "Atolyeya Çîrokan" li dar xist. Beriya atolyeyê endamên komeleyê bi erbane û darbûka xwe tax bi tax meşiyan û zarok vexwendin atolyeyê.

Zarokên ku beşdar bûn, li taxên Sûrê bi enstruman û stranan meşiyan. Paşê zarokên ku hatin saziyê li çîroka Rovî û Pîrê ku Zeycan Ateş vegot guhdarî kirin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.