- “Naxwazim li mal bê kar bimînim û xwe bi lîstokên elektronî re mijûl bikim. Ji ber vê hatime çaya tehn û şirîn difiroşim geştiyar û rêviyan.”
Ciwanê ku Beşê Kurdî ya Zanîngeha Soran qedandî rojane ji bo debara xwe bike çend saetan li ser riya giştî çayê difiroşe û dibêje: “Naxwazim li mal bê kar bimînim û xwe bi lîstokên elektronî re mijûl bikim. Ji ber vê hatime çaya tehn û şirîn difiroşim geştiyar û rêviyan.”
Beşdar Abdulrehmîn ciwanek ê rûniştvanê gundê Henare yê Xelîfan a ser bi Hewlêrê ye. Beşê Kurdî ya Zanîngeha Soran temam kiriye.
Ji ber ku hîn nehatiye tayînkirin û karek din peyda nekiriye, li ser riya giştî li çiyayê Sepîlk her roj piştî nîvro ji bo debara xwe semawirekê didane û çayê difiroşe. Xwestekek wî ya zêde ji bo karkirinê heye û naxwaze bêkar li mal rûne.
Beşdar Abdulrehmîn ji Rojnews’ê re axivî û got: “Ji ber ku li herêma me û bi giştî li Herêma Kurdistanê derfetên kar û tayînkirin kême, neçar bûm dest bi vî karî bikim û li ser vê rê çayê bifiroş im. Gelek nexweşe bêkar li mal rûnî û qet karekê nekî. Ji şûna li mal bi lîstokên elektronîk ve mijûl bibim, ez hatime min bazar ji bo xwe vekiriye û li ser piyê xwe rawestiyame. Karê min sade ye û zêdetir peywendî bi debara rojane ve heye. Temenê ciwaniyê ji bo vê yekêye mirov kar bike û çavê mirov nemîne li destê kesek din. Li şûna ku ji bo tayînkirinê li benda hikûmetê rawestin bi xwe karekê peyda bikin. Baştir û serfiraztir e.”
HEWLÊR