Li şûna bersivê got Kurd şervanên baş in

În 18 Hezîran 2021 - 05:13

Parlamenterê Partiya Karker (Labour Party) a Ingilîstanê Navendu Mishra ji serokwezîrê welêt Boris Johnson pirsî, ka ji ber êrişa li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê ew ê dewleta Tirk rûreş bike yan na. Boris Johnson di bersiva xwe de gotineke zelal bi kar neanî û got, ew ê li bûyerê bikole. 

Parlamenter Navendu Mishra  vîdeoya pirsa xwe ya dema pirsên ji serokwezîr a heftane de weşand. Wî bal bir ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û li dijî HDP'ê bi bîr xistin û ji serokwezîr Johnson pirsî ka ew ê "zextê li hevgirê NATO'yê Tirkiyeyê bike da ku dawî li van êrişên li dijî civaka Kurd bîne."

Lê serokwezîr bi gotinên glover, li şûna bersiva pirsê bide got, “Di peywendiyên wan ên bi hêzên Tirk re ev demeke dirêj e pirsgirêkên wan hene, jixwe ev hêzên Tirk barê giran ê krîza mezin a herikîna penaberan hildigirin, lê ez ê li bûyerê bikolim.” Di dewama bersiva xwe de Boris Johnson bi awayekî ecêb li şûna dagirkeriya Tirk red bike got, “Rewşa li Bakurrojavayê Iraqê gelekî tevlîhev e, û ez dibêjim, divê em qebûl bikin ku şervanên Kurd li dijî DAIŞ'ê karekî gelekî baş kirin û her wiha li dijî hêzên Beşar Esed jî.”

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.