Rojên Belgefilman ên Stenbolê Documentarist a 14’an tê lidarxistin. Di bernameya îsal ya festîvalê de ji dinyayê, Kurdistan û Tirkiyeyê belgefilmên nû hatine çêkirin, cihê xwe digirin. Her wiha filmên heta niha ji Documentaristê xelat wergirtine jî heta 9´ê Tîrmehê tên nîşandan. Festîval wê heta 11’ê Tîrmehê dewam bike. 

Rojên Belgefilman a Stenbolê Documentarist 6’ê Tîrmehê li Stenbolê dest pê kir û niha li solanên sînemayê yên Muzeya Pera, Navenda Çanda Fransayê û Arter film tên nîşandan. 

Documentarîstê îsal derhênera Lubnanî, Eliane Raheb kiriye mêvan. Eliane Raheb di belgefilmên xwe de bêhtir li ser rewşa şer û bandora wê ya li ser mirovan radiweste. Di bernameya Documenterîstê de çend filmên Eliane Raheb jî cih digirin. Eliane Raheb wek mêvana rûmetê îsal dê li Ducumentarîstê derbarê belgefilmên xwe de 10’ê Tîrmehê li Navenda Çanda Fransayê dersa “Master Class” (Dersa Hostetiyê) bide. Eliane Raheb îsal li festîvala Berlinale bi filmê xwe yê dawî “Miguel’s War” (Şerê Miguel) “Xelata Teddy” wergirtibû. Filma “Miguel’s War” jî dê li salona sînemayê ya Navenda Çanda Fransayê were nîşandan.

Di nav belgefilman de yên bi Kurdî "Bîra Mi' Têtin" a li ser komkujiya Roboskî ya Selim Yildiz, "Her mal dibistanek" a li ser dibistana Ferzad Kemanger a Ardîn Dîren, û ya Taylan Mintaş a bi navê "Birayên Bêdengiyê" jî hene.

Belgefilm li ser malpera "sahneport.com" bê pere têne nîşandan.
Navê belgefilmên ku tên nîşandan wiha ne;
- Beklemek (2012), Derhêner: Bulent Ozturk
-  Mon pére, révolution et moi, 2013, Derhêner: Ufuk Emiroglu
- Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek (2014), Derhêner: Reyan Tuvi
- Koloni (2015), Derhêner: Gurcan Keltek
- Bîra Mi' Têtin (2015), Derhêner: Selim Yildiz
- Uçuncu Bolgeden Hucum Varyasyonlari (2017), Derhêner: Sedat Şahin, Murat Adiyaman
- Bêdengî (2017), Derhêner: Taylan Mintaş
- Her Mal Dibistanek (2019), Derhêner: Ardîn Dîren

NAVENDA NÛÇEYAN