Li Kadikoya Stenbolê dîwana dengbêjan hat danîn û dengbêjan bi kilaman êş û azara gelê Kurd anîn ziman.
Komeleya Çand û Pêşvebirina Civakî ya Navçeyên Gêxî, Dep, Azarpêrt, Xorxol û Çêrmê (KAYY-DER) li avahiya komeleya xwe ya li Kadikoya Stenbolê di çarçoveya şahiyên çand û huner de “Dîwana Dengbêjan” saz kir. Gelek kes tev li şevbihêrka dengbêjan bûn.
Hevserokên KAYY-DER’ê Ahmet Tuzun û Bîlsen Ozdoğan malavahiya mêvanên xwe kir û got, armanca wan xwedîderketina li çanda Kurd e û bi vê yekê pêşî li polîtîkayên bişaftinê bigirin.
Dengbêj Sîdar Ortanûr, Xalê Rustem, Nesrîn Arîn, Mîr Elî Savaş, Dogan Gok û Mustafa Korkmaz kilamên cur bi cur gotin. Dengbêjan ewilî strana “mêvan” got û paşê bi dorê kilam gotin. Hunermend Sefer Tunç û Alîcan Bîlgîn jî stran gotin.
MA/STENBOL