- Bi boneya 4`ê Nîsanê, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, doh li Stada 12`ê Adarê ya Qamişloyê şêniyên herêma Cizîrê çalakî li dar xistin.
Bi boneya 4`ê Nîsanê, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, doh li Stada 12`ê Adarê ya Qamişloyê şêniyên herêma Cizîrê çalakî li dar xistin.
Bi dirûşma “Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li herêma Cizîrê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li Stada 12`ê Adarê şahiyek li dar xist.
Bi sedan pêkhateyên herêma Cizîrê yên Kurd, Ereb û Suryanî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdarî şahiyê bûn.
Koma Tolhildan, Koma Zîlan, Koma Stêra Zêrîn, Koma Botan û hunermend Baran Dilbuhar stranan xwe pêşkêş kirin. Koma Şehîd Welat jî govendên gelêrî pêşkêş kirin.
ANHA/QAMIŞLO