Li Siweyda Rêveberiya Xweser
În 21 Tîrmeh 2023 - 14:09
Li parêzgeha Siweyda ya Sûriyeyê, tevgereke siyasî ya muxalifê hikumeta Şamê heye. Lê hêzên siyasî yên li wir, piştgiriya tevgerên “opozîsyona Sûriyeyê” nekir ku fermanên hêzên herêmî, di serî de dewleta Tirk a dagirker, pêk tîne.
Li gel avakirina partiyan û hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, şêniyên Siweydayê li ser şopa tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca parastina herêmên xwe, komên leşkerî yên xwecih ava kirin.
Xweserî pêwîstiyek e
Serokê Partiya Lîwa ya Sûrî Malik Ebû El Xêr têkildarî şert û mercên siyasî yên ku ji ber wê modela Rêveberiya Xweser pêk tînin, axivî û got:“Saziyên dewletê êdî nikarin xizmeta civakê bikin nemaze gendeliyeke mezin lê belav e ku êdî nepêkane bê çareserkirin yan jî sînordarkirin. Dizî eşkere ye. Xebatên xizmetguzariyê di asta herî nizm de ye. Mînak, ji sê mehan ve av nagihêje hin taxên başûrê Sûriyeyê. Li hin taxan jî ji 5 mehan ve bê av in. Kehrebe jî 6 saet tê qutkirin. Li hin taxan jî ev dem zêdetir e. Her şaxeke ewlehiyê li Siweyda û Derayê, komeke çeteyên wê hene ku xelkê direvînin, didizin û bazirganiya narkotîkê dikin. Ev kom, ewlehiya li başûrê Sûriyeyê kontrol dikin. Tevliheviya ewlehiyê gihiştiye lûtkeyê. Rewşa jiyanî jê ne baştir e. Tu projeyên aborî lê tune ne ku pêla koçberiyê rawestîne. Qada çandiniyê jî hatiye paşguhkirin. Ji ber wê cotkar erdê xwe difroşin.”
Rêveberiyê îlham da me
Serokê Partiya Lîwa ya Sûrî Malik Ebû El Xêr destnîşan kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wan îlham bû û got;“Me gelek sûd ji tecrubeyên ku em tê re derbas bûne kir. Ji bo me, pêkanîna Rêveberiya Xweser, gaveke bi wêrek û teşwîqkar e û karî cihê xwe li qada Sûriye û navneteweyî îsbat bike. Em şanaz in ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevkariyê bikin, hewldanan di çarçoveyeke firehtir û li aliyê siyasî, aborî û civakî giştîtir de koordîne bike. Tecrubeyan parve bikin û ji hev sûdê bigirin.”
Girêdayî pêwîstiya pêkanîna modela Rêveberiya Xweser wek çareseriyekê ji aloziyê re Ebû El Xêr got:“Êdî gelek pêwîst bûye. Welat veguherî jêdera gendeliyê di aliyê ewlehiyê, aboriyî, leşkerî û parçebûna saziyên dewletê de. Ji bo ji nû ve avakirina civakê, rizgarkirina welêt, yekkirina pêkhateyên siyasî û civakî, yekitiya axa Sûriyeyê, êdî pêşkêşkirina têgeha Rêveberiya Xweser bûye pêwîstiyek.”
ANHA/YEHYA EL HEBÎB