Li Şirnexê qanûn kêfa Walî beg e!

Şemî 15 Hezîran 2024 - 00:57

ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Li Şirnexê her ku bêhna Walî teng dibe biryara ‘qedexeya çalakî û xwepêşandanan dide’, ji bilî vê, di nav 6 mehan de 20 rojan ‘herêma ewlehiya taybet’ ragihandiye. Dema ku Walî ‘guncav’ bibîne qedexeya li ser çalakiyan radibe. Li Şirnexê sînorê ‘qedexe’ û ‘serbest’iyê ne qanûn lê kêfa Walî diyar dike.

Bi hinceta “ewlehiyê” destûr nayê dayîn ku tu kes bikevin herêmên çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê yên girêdayî navend û navçeyên Şirnexê. Walîtî her 15 rojan carekê herêmên behsa xeberê di bin navê “Herêmên ewlehiya taybet” qedexe dike. Li gel vê, bi awayekî hemwext qedexeya çalakî û xwepêşandanan tê ragihandin. Di nava 6 mehên dawî de 20 caran “Herêma ewlehiya taybet” û qedexeya çalakî û xwepêşandanan hate ragihandin. Şaredariya Silopiyayê ji bo Roja Hawirdorê ya Cîhanê xwest çalakiya komkirina gilêşî li dar bixe lê bi îdiaya “ewlehiyê” hate qedexekirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê parêzer Haşim Togurlu têkildarî qedexeyan axivî. 

Zexteke giran li ser civakê heye

Togurlu, anî ziman ku qedexe bi îdiaya “ewlehiya cemaweriyê” tên ragihandin û ev tişt anî ziman: “Ji sala 2018’an ve anku roja derbasî Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê heta niha qedexeyên li herêmê zêdetir bûn. Li ser rêxistinên civaka sivîl zexteke giran heye. Li gel ku di qanûnan de tune ye, partiyên muxalîf nikarin derheqê desthilatê de daxuyaniyekê bidin. Lê mixabin ne walî ne jî qeymeqam û hêzên ewlekariyê, tu ji wan li gorî van qedexeyan tevnagerin. Bi vî awayî derqanûnî tevdigerin. Ev jî encama guherandina hikûmetê ye.” 

Walî guncav bibîne serbest e

Di berdewamê de Togurlu anî ziman tevahiya çalakiyên rêxistinên girseyî yên demokratîk bi keyfî tên astengkirin û wiha got: “Bi van qedexeyan destûra bingehîn tê binpêkirin. Di daxuyaniya walîtiyê dibêje ‘ji bilî çalakî û xwepêşadanên ku walîtî û qeymeqamtî guncav dibînin.’ Gelo walî guncavbûnê li gorî çi diyar dike? Li gorî destûra bingehîn her kes bêyî destûrê bigire dikare çalakiyên aştiyane li dar bixe. Bisînorkirina vê divê di çarçoveya qanûnan de be.” 

 Komkirina gilêşê jî qedexe ye 

Bi domdarî Togurlu bi bîr xist ku çalakiya komkirina gilêşî ya Şaredariya Silopiyayê hatiye qedexekirin û wiha pê de çû: “Biryarên qedexeyê yên walîtiyê, rojek beriya bertekên civakî derkevin holê yan jî rojek piştre tên dayîn. Dema biryara Doza Kobanê hêj nehatî ragihandin biryara qedexeyê dan. Bi temamî ji bo pêşîlêgirtina bertekên gel bû. Daxuyaniyeke herî biçûk a aştiyane jî tê qedexekirin. Bertekên demokratîk ên civakî rastî astengiyên dewletê tên. Çalakiya komkirina gilêşî jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ tê qedexekirin. 

Togurlu got ku bajar bi pergala Rewşa Awarte (OHAL) tê birêvebirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê li dijî vê pergalê têbikoşin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.