Li Silêmanî pêşangeha zarokên otîstîk

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Hezîran 2024 - 00:25

Bi armanca roja cîhanî ya zarokan li Silêmaniyê pêşangehek wêneyan ji bo zarokên Otîzim hate vekirin. Wê pêşangeh hefteyek vekirî bimîne.

Li Navenda Otîzmê ya Silêmaniyê, bi boneya roja cîhanî ya zarokan, bi amadebûna malbatên zarokên otîzim pêşangehek wêneyan ji bo zarokên otîzim hat vekirin.

Hemû wêneyên ku di pêşangehê de hatine nîşandan ji aliyê zarokên otîzim ve hatine xêzkirin.

Rêveberê Navenda Otîzim Rizgar Osman li ser vekirina pêşangehê got: “Bi boneya roja cîhanîya zarokan cara yekeme pêşangehek bi vî rengî li Herêma Kurdistanê tê vekirin. Em bi rêya vê pêşangehê dikarin jêhatinên zarokên otîzim bidin nîşandan.”

Rizgar Osman diyarkir di pêşangehê de diyarî û şirînahî pêşkêşî zarokên otîzim hat kirin û wê hefteyek pêşangeh vekirî bimîne.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.