Pêşangeha 14’an a Şêwekariyê ya ji aliyê Liqa Silêmanî ya Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê ya Silêmaniyê bi tevlîbûna 70 hunermendan hate vekirin.
Liqa Silêmanî ya Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê 14. Pêşangeha Şêwekariyê ya Silêmanî li salona Mûzexaneya Niştimanî ya Emnesoreke ya li Silêmaniyê da destpêkirin.
Bi tevlîbûna Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, gelek hunermend û şêwekar pêşangeh hate vekirin.
Li ser mijarê Berpirsê Navenda Şêwekariyê Sakar Farûq ji Rojnewsê re axivî. Farûq anî ziman ku 70 hûnermend bi berhemên xwe tevlî pêşangehê bûne û got: “Ji berhemên seramîk bigire heta tablo, peyker li nava pêşangehê tên nîşandan.”
Sakar Farûq diyar kir ku hemû hewldana wan ewe ku zêdetir hûnermend tevlî pêşangehê bikin û got: “Me xwest zêdetir karên hûnerî yên xwe nîşan bidin. Ji ber ku her hûnermendek rêbaz û teknîkeke cuda bikar aniye. Ji berhemên di pêşangehê de 58 tablo, 10-12 peyker, 10 karê hûnerî yê seramîkin. Pêşangeh heta 3 rojên din wê vekirî be.”
Wê pêşangeh heta 7’ê mehê her roj ji saet 10 ta 6’ê êvarî li Muzexaneya Emnesoreke vekirî bimîne.
ROJNEWS/SILÊMANÎ