Dezgeha Hunerî ya Şêwekariyê ya Silêmaniyê ve pêşangehek bi navê ‘Pir’ ji bo 23 jinên şêwekar vekir. Jinên şêwekar tabloyên xwe yên li ser mijarên jin û xwezayê, nîşan dan.
Li navenda çandê ya Silêmaniyê bi amadebûna Rêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê Dr. Muhsin Edîb, hunermend û çalakvanan pêşangehek ji bo 23 jinên şêwekar ên Silêmaniyê hate vekirin. Pêşangeh ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Beşa Şêwekarî ya Silêmaniyê ve hat organîzekirin.
Jina bi navê Hêro Kerîm ku tevlî pêşangehê bûye, derbarê pêşangehê de got: “Ev pêşangeh berdewama qonaxa yekem e ku di 26’ê Hezîrana îsal de ji aliyê wan jinên tevlî pêşangehê bûbûn ve di salonê de tabloyên xwe xêzkiribûn. Bi hinek karên seramîkî tevlî pêşangehê bûne.”
Pêşangeh wê heta 14’ê Îlonê vekirî be.
ROJNEWS/SILÊMANÎ