Rêxistina Fadiya ya Çand û Hunerê ji bo 50 hunermendên Kurd û Ereb ku 30 ji wan jinin, li Silêmaniyê şeşemîn pêşangeha hunerî vekir.
Li Hola Muzexaneya Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Fadiya ya Rewşenbîrî û Hunerî, pêşangehek ji bo 50 hunermendên Kurd û Ereb hate lidarxistin.
Yek ji organîzatorên pêşengehê Helbestvan û Şêwekar Rêzan Mihemed derbarê pêşangehê de axivî û got: “Rêxistina Fadiya şeşemîn pêşangeha xwe ya hunerî li Silêmaniyê, bi beşdarbûna 50 hunermendan ku 30 ji wan jin bûn vekir. Armanca pêşangehê rakirina sînorên di navbera çandên herêmên cuda yên Iraq û Herêma Kurdistanê de û nasandina berhemên hunermendên Kurd û Ereb li hev du ye.”
Rêzan Mihemed dewama axaftina xwe de diyar kir ku hejmareke berbiçav ya jinan ketine qada hunerî. Her wiha destnîşan kir ku di pêşangehê de hunermendên beşdar bûyîn ji aliyê rêxistinê ve hatin xelatkirin.
Hêjayî gotinêye ku Rêxistina Fadiya, rêxistineke çandî û hunerî ye ku salane pêşangehên hunerî ji bo hunermendên Iraq û derveyî Iraqê li dar dixe. Armanc ewe ku hunermendan teşwîqî berdewamkirina karên xwe bikin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ