Însiyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) ku PDK'ê nehiştî li Hewlêrê daxuyaniyê bide û ji otêlê derkeve li Silêmanî bi rengekî girseyî daxuyaniya çapemeniyê da. 

Parlamenter, senator, siyasetmedar û şaredar jî di nav de heftiya bihurî ji gelek deverên cîhanê mirov çûbûn Hewlêrê.

Ji koma ku ji 150 kesî pêk dihate nîvî zêdetir an hatibûn dersînorkirin an jî nehiştibûn ku biçin Hewlêrê.

Şandeya aştiyê ku bi qasî 70 jê li Hewlêrê mabûn ji bo ku daxwaz û helwêsta xwe diyar bikin xwestibûn ku li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyê bidin lê PDK'ê ew asteng kiribûn. Otêla ku şande lê dima ji hêla Asayîşê ve hatibû dorpêçkirin, şandeyê 14'ê Hezîranê li otêla ku lê dima daxuyanî dabû û avabûna Inîsiyatîfa Parastina Kurdistanê ragihandibû.

Şandeyê dixwest li deverên ku dewleta Tirk dagir kiriye lêkolînan bike, li deverên navborî ziyana li ser gel, sirûşt û ekolojiyê tespît bike û bike rapor. Li gel astengiyan jî şande li ser van daxwazên xwe rawestiyaye.

Miameleya sûcdaran bi me re kirin

Şandeya ku PDK'ê nehişt li Hewlêrê ji Otêlê derkeve çû Silêmanî û li vir daxuyaniyeke girseyî da.

Însiyatîfê tehdeya PDK'ê ya li ser xwe şermezar kir û da zanîn ku ji 14 welatan zêdetir siyasetmedar, akademîsyen, aktivîstên mafê mirovan, sendîkayî, feminîst, ekolojîst ji bo aştî û parastina Kurdistanê ketine nava tevgerê. Înîsiyatîfê behsa kelemên PDKʼê û Elmanyayê li hemberî wan kir û got: “Em van kirinên derqanûnî û hemû zextên ku PDK'ê anî ser me em şermezar dikin. Bi hêviya ku em bi mêvanî werin pêşwazîkirin hatin vir lê miemeleya sûcdaran bi me kirin.

Em ji bîr nekin, dagirkeriya artêşa Tirk bi rengekî aşkere binpêkirina hiqûqa navnetewî ye û bêguman nayê qebûlkirin. Ji ber ku civaka dewletan a navnetewî li ser vê mijarê bêdeng û ti liv û tevgera xwe nîne û ji bo ku Tirkiye li gorî qanûnên navnetewî û hiqûqa mafê mirovan biçe tiştek nayê kirin em pê xemgîn bûn.”

Însiyatîf îro li Silêmaniyeyê ji bo pêşîgirtina li 'şerê navbera Kurdan' meşekê pêk tîne. 

 

Daxwazên Înîsiyatîfê

Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê di daxuyaniya girseyî ya çapemeniyê de daxwazên xwe jî xal bi xal ragihandin. Daxwazên înîsiyatîfê ev in: 
-  Dagirkeriya dewleta Tirk, guhertina demografîk, kampanya tevlîhevkirin û paqijkirina etnîkî ya li Başûrê Kurdistanê rawestînin.
- Dawî li talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bînin.
- Di qirkirina Kurdan de dawî li hevkariya hêzên herêmî û navneteweyî bê anîn.
- Gel, sazî û partiyên Kurd li dijî dagirkeriya Tirk li pişt berxwedana gerîla bisekinin û sekneke hevgirtî nîşan bidin.
- Na ji projeya Erdogan a neo-Osmanî ya li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Derya Spî.
- Bila Kurdistan bibe herêmek ku ji dagirkeriyê hatiye paqijkirin."

ANF/SILÊMANÎ