Li Şêxmeqsûd piştevaniya cejnê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 10 Nîsan 2024 - 00:12

Komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo cejna Remezanê alîkarî ji bo malbatên hewcedar kom kirin.

Komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di bin dorpêça hikumeta Şamê de, ji bo cejna Remezanê alîkariyan li hewcedaran belav dikin.

Komînên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 1’ê Nîsanê de dest bi komkirina alîkariyan kir.

Der barê komkirina alîkariyan de endama Komîna Şehîd Gulê Selmo, Avesta Mihemed ev agahî dan: "Me li hemû komîngehan sendoqên komkirina alîkariyan danîne. Her kesek li gorî rewşa xwe ya madî û hêza xwe alîkariyê dide. Li her du taxan hin malbat hene nikarin pêdiviyên rojane û yên cejnê bikirin. Hinek malbatên din nexweşên wan hene û rewşa wan xirab e. Lewra em van alîkariyan bi awayekî wekhev li wan belav bikin."

Avesta Mihemed diyar kir ku ew di xweşî û zehmetiyan de hevgirtî ne û got: "Bi vî şeklî em jiyana hevbeş û komînal watedar dikin."

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.